Îranê ragihand ku ew plan dikin kampusa Zanîngeha Teknolojiyê ya Îsfahanê li navenda Îranê, ku di êrîşên dawî de zirar dîtiye veguherînin "muzexaneyek şer".
Rektorê zanîngehê Zafarullah Kalantari anî ziman ku cihê wêranbûyî wê were parastin û bibe şahidê bûyerên berê. Kalantari her wiha da zanîn ku avahiyek nû wê were çêkirin da ku perwerdehî dewam bike.
Li gorî texmînên destpêkê nîşan didin ku zanîngeh bi qasî 9.5 mîlyon Euro zirar dîtiye. Zanîngeha Îsfahanê di meha Adarê de bû hedefa êrîşên Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Îsraîlê.
Rayedarên Îranê gotin ku bêhtirî 30 zanîngeh û deverên sivîl, di nav de yên li paytext Tehranê bûne hedefa êrîşan.
Ligel ku agirbest di 8’ê Nîsanê de ket meriyetê jî danûstandinên di navbera Tehran û Washingtonê de xitimiye û fikarên ji nû ve destpêkirina şer didomin.